ŞIRNAK
Kamyoneta di konvoya ku ji Şirnexê ji bo bûkanînê diçû Silopiyê wergeriya û di qezayê de kesek mir û 4 ji wan zarok 7 kes jî birîndar bûn.
Kamyoneta ku Ekrem Kabûl diajot û ji Şirnexê ji bo bûkanînê diçû Silopiyê ji ber ku hakimiyeta dîreksiyonê ya ajokar xira bû li nêzî mewqiya tunelên Cûdiyê yên di kîlometroya 10emîn a rêbeja Şirnex û Cizîrê de gindirî û derbasî şêrîda din bû.
Di qezayê de ji heman malbatê ajokar Kabûl, Kasim, Hanim, Vedîa û zarok Felek û Îzzet, Heznî û Okan Kabûl birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlans û wesayîtên di konvoyê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Vedîa Kabûl digel hemû mudaxaleyan dîsa mir.
Ji aliyê din ve şahid û yek ji kesên di konvoyê de Husnu Kabûl îdia kir ku ambûlans dereng hat û got "Ji ber ku li Cizîrê ambûlans tunebûye ji Îdîlê ambûlans xwestine. Ji ber ku ambûlans dereng hatin birîndar 40 deqîqe di wê halê de man. Ev bûyer aht serê me ji bo ku ji niha pê de neyê serê tu kesî ez bangî rayedaran dikim ku bila peywira xwe bi cî bînin."
Termê Vedîa Kabûla ku mir rakirin morga nexweşxaneyê û lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike.