11 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Hin malbatên ku ji Til Ebyada navçeya bajarê Reqayê yê Sûriyeyê reviyan û hatin Tirkiyeyê, ji selametiya eqrebayên xwe yên li navçeya ku di dagiriya rêxistina terorê PYD/PKKyê da ye, ditirsin.
Piştî ku di encama rêkeftinê da navçeya Til Ebyadê ji DEAŞê bal PYD/PKKyê dest guhert, piraniya xelkê navçeyê ji ber dijwarî û neçariyê çawa ku firsend ket destê wan, ji sînor bihurîn derbasî navçeya Akçakaleyê bûn.
Sûriyeyî dixwazin ku Operasyonê Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê bi serkeve û herwiha navçeya Til Ebyadê jî ji terorîstan bê paqijkirin da ku vegerin ser war û halê xwe.
Mistefa Nasir ku beriya şer li Til Ebyadê bi karê înşeat û bazirganiyê ra mijûl dibû, ji peyamnêrê AAyê ra got ku PYD/PKK li deverên ku kontrol dike, rêbazên cuda diemilîne û koçê li ser Sûriyeyiyan ferz dike.
Nasir bal kişand ku di destpêka şer da Esed têkildarê endamên PYD/PKKyê nebû û derfet da wan ku ji bo îro roj xwe amade bikin û wiha got, "Dema însan dimirin, hin hêzan jî perwerde didan PYD/PKKyê."
Nasir bal kişand ku ji xeynî Tirkiyeyê tu welatekî din alîkariya wan nekir û wiha pê da çû:
"PYD/PKKyê bi darê zorê em koçber kirin û destê me ji xak û xaniyên ku mîratê bav û kalan e, kir. Ji neçariyê em jî ligel xizmetên em hatin Tirkiyeyê. Em ji selametiya eqrebayên xwe yên ku li wir in û hejmara wan jî hindik e, ditirsin. Li gorî hin dîmenên ku tên ber destê me, endamên PYD/PKKyê însanên ku gotina wan nakin dikujin û paşê jî wan dişewitînin. Ev Misilman nînin. Bi çekê kalemêrek birîndar kirin û paşê jî henekê xwe pê kirin û gotin, 'Em te bişînin cinetê?' Lêdan têra wan nake, di ser da jî qerfê xwe bi Îslamê dikin."
- "Tirkiye ji bo xelkê Sûriyeyê çû Efrînê"
Nasir bal kişand ku keç û kurên malbatên ku li wir mane, bi darê zorê dibin ku kes newêre dengê xwe bike û dijî vê yekê derkeve û wiha dewam kir:
"Ji ber ku dizanin heger dengê xwe bikin wê bên kuştin. Erebên ciwan ên ku tevlî refê xwe dikin, wan di pêşeniya şer da diemilînin û dibin sedemê kuştina wan. Herkes ji zilm û zordestiya PYD/PKKyê bigazinc e, lêbelê kes ji tirsa xwe xebernade. Alîgirên PYD/PKKyê di têlevîzyonan da derew dikin û dibêjin Tirkiye li Efrînê sivîlan dikuje. Herkes pê dizane ku ev tev derew in. Tirkiye ji bo azadiya xelkê Sûriyeyê çû Efrînê, Xwedê bira artêşa Tirkiyeyê serfiraz bike."