17 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Bi alîkariya Şaredariya Uskudarê û xêrxwazan li qada Çengelkoyê Kaniya Şehîdan a 15ê Tîrmehê hat çêkirin. Kanî bi merasimê hat vekirin.
Misteşarê Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siriştî Fatîh Donmez, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn,Serokê Bajêr yê Stenbolê yê AK Partiyê Dr. Selîm Temûrcî, Parlementerên Berê Osman Boyraz û Huseyîn Beslî, Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen û welatî bêşdarî merasîmê bûn.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn di merasîmê de axivî û got ku xebera ewil ji Çengelkoyê hat. Şahîn wiha dewam kir: "Piştî ku hat gotin îxtilal hat kirin, me îxbar nirxand, lê me nizanibû em bi îxaneteke mezin re rûbirû ne. Me got qey karê du-sê sêrxweşan e. Piştre me bihîst ku pir ji aliyê şebekeya îxanetê ve hatiye girtin."
Xwedê wan rojan carekê din rê me nede. Me gelek şer dîtin, lê vê carê me bi kesên nav xwe re şer kir. Hemd ji Xwedê re milletê me îradeya xwe derxist holê.
Misteşarê Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siriştî Fatîh Donmez jî di merasimê de axivî û got: " Ji ber ku ez ji Stenbolê me ez gelek kêfxweş im. Ez ji Uskudarê me, ji Çengelkoyê me. Heke ew berxwedana mezin nebûna, wê hêjmara şehîdên me zêde bibûna."
Şaredarê Uskudarê Hilmî Turkmen jî di merasimê de got: "Di 15ê tirmehî de li vê qadê 13 kes şehîd ketin, 106 kes jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê ev kanî li vê derê hat vekirin. Ez hêvî dikim ku heta roja qiyametê ev berhem li vê derê bimîne."