15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ANKARA
Walîtiya Enqereyê ragihand ku seba meşa bi pêşengeya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal kiliçdaroglu dê ji Guvenparkê dest pê bike û ber bi Maltepeya Stenbolê herin tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di çalakiyê de nîzama giştî, ewlehiya giştî, nîzama trafîqê û ewlehiya kesên bêşdarî civînê dibin esas e. Bi vê armancê divê kesên beşdarî çalakiyê bibin riayetî qanûnan bikin. Dê li ser beştarvanan lêgerîn bê kirin û pişt re derbasî Guvenparkê bên kirin.
Ji bo di nav sînorê Enqereyê de ewlehiya beşdarvan û ewlehiya trafîqê pêk bê, kesên ku hejmara wan gihaştî Walîtiyê dikarin beşdarî meşê bibin. Piştî ku ji sînorê bajêr derketin, ji bo kesên beşdarî meşê bibin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bên naskirin divê li ser milê wan band, di stûyê wan de jî qert hebin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav sînorê Enqereyê de dê guzergaha rêbeja E-5ê bê şopandin. Her wiha hat gotin ku li ser rê tu çalakî û mitîng dê neyê kirin. Kesên beşdarî meşê bibin dê peyarê bi kar bînin û divê dernekevin ser rê û trafîqê negrin.
Li Guvenparkê jî tevdîrên ewlehiyê hatin girtin
Meş dê ji Guvenparkê dest pê bike, ji ber vê yekê jî nav Guvenparkê û li derdorê, danê sibê polês tevdîrên ewlehiyê girtin. Derdora parkê bi bariyeran va hat girtin. Kesên beşdarî meşê bibin dê li ser wan lêgerîn bê kirin û pişt re derbasî parkê bên kirin.