20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Qebîleya Bekare ya ji Minbicê ragihand ku ew piştgiriya hebûna eskerê Tirkiyeyê li Minbicê dikin û herwiha ji Tirkiyeyê xwest ku zextê bide ser Amerîkayê da ku peyman zûtirekî were cîbicîkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya qebîleya Bekare da wiha hat gotin, "Li navenda Minbicê û dewrûbera wê, hemû eşîrên girêdayî qebîleya Bekare piştgiriya wê yekê dikin ku Tirkiye wekî garantorê peymana bi Amerîkayê ra li Minbicê midaxeleya eskerî bike."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku midaxeleya Tirkiyeyê dê ewlekariya herêmê biedilîne û wiha hat gotin, "Midaxeleya Tirk dê li herêmê ewlekariyê biedilîne, sivîlan biparêze û binesaziyê cardin rake ser piyan."
Wekî din, di daxuyaniyê da wiha hat destnîşankirin, "Em dixwazin Tirkiye zûtirekî peymanê bi cih bîne û herwiha zextê li Amerîkayê bike da ku rêxistina terorê YPG/PKKyê jê derxin û rêveberiyê teslîmî xelkê Minbicê bikin."
Ji sedî 90ê nifûsê Minbicê Ered e. Li wê derê Ereb di çarçoveya pergala eşîrtiyê da dijîn. Çend eşîr tên cem hev û dibin qebîle.