16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Îxbar hat hildan ku li Enqereyê di bagaja texsiyekê da gelek berhemên dîrokî hene û ew ê werin firotin li ser vê polêsan operasyona dan destpêkirin. Di operasyonê da 60 sikeyên zêr û bronz ên heyema Roma û Bîzansê hatin girtin. Di wesayîta 3 şikbar tê da bûn kompîturek û dîskeke destan hat girtin. Polêsan komputer û dîsk kontrol kirin û di lêkolînê da agahiyên FETO û PKKya rêxistinên terorê hatin dîtin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê îxbar hildan ku li Bîrlîka taxa Çankayayê di bagaja texsiyekê da gelek berhemên dîrokî hene û ew ê werin firotin li ser vê wesayît hildan teqîbatê.
Piştî ku destûrên qanûnî hatin hildan ekîban wesayît dan sekinandin û lê geriyan. Di lêgerînê da 54 sikeyên zêr ên heyama Bîzansê, 6 sikeyên bornz ên heyama Romayê û berhemeke dîrokî ya li ser wê qertel hatiye neqişandin, kompîturek, dîskeke agahiyan, CD û dokuman, debançeyek û 69 hezar û 800 lire pere hat girtin.
- Kordînatên kampên PKKyê yên li Qendîlê not girtine
B.Y, E.D. û N.D. yên binçavkirî birin midûriyeta ewlekariyê.
Ekîbên polêsan li ser dokumanan xebitîn û di encama xebatê da belgeyên dijîtal û notên FETO û PKKya rêxistinên terorê dîtin
Di lêkolîna li ser amûrên dijîtal da hin dokuman û notê aîdê FETO û PKKyê hatin dîtin. Wekî mayîn hat tesbîtkirin ku kordînatên kampeke rêxistina terorê ya li Çiyayê Qendîlê hatiye qeydkirin. Li ser vê agahiyê şaxê Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê jî tevlî lêpirsînê kirin.
Piştî karûbarên li ewlekariyê şikbar sewqî dadgehê kirin.