04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
MALATYA
Meteorolojiyê daxuyand ku li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê wê qeşa û mij çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê wê heta sibê hewayê pir ewrayî be. Ji nîvro pê va jî wê hin caran baranê bibare. Li Meletî, Tuncelî û Bîngolê wê şilopeyê çêbibe.
Hat gotin ku germahiya hewayê wê di navbera 2 û 4 pileyan de kêm bibe, bayê bê, qeşa û mijê çêbibe.
Meteorolojiyê hişyarî da rayedaran û welatiyan ku bila baldar bin.