İbrahim Atmaca
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (YBT) Metîn Feyzîoglu hişyarî da ku dibe çarçoveya teklîfa efûyê ya ku MHPyê da Meclisê fireh bibe û wiha got, "Kesên ku meriv kuştine, tecawizkar, belkî kesên ku hişbirê çêdikin, dixin Tirkiyeyê jî dibe ku têkevin çarçoveyê."
Metîn Feyzîoglu der heqê teklîfa efûyê ya ku MHPyê radestî Meclisê kir da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Feyzîoglu diyar kir ku li gor îçtihadên rûniştî yên Mehkemeya Makezagonê kêmkirina cezayên giştî wek efûyê ne, ji bo hiqûqnasan jî ji aliyê teknîkî va ev teklîf wek efûyê tê qebûlkirin. Feyzîoglu destnîşan kir, ji ber ku wek efûyê ye ev teklîf li gor Makezagonê divê bi pirdengî ji Meclisê derbas bibe.
Feyzîoglu destnîşan kir, dibêjin efû ji bo her kesî dernayê û got ku divê meriv hestyarî li vê teklîfê nenhêre û wiha dewam kir:
"Divê meriv bipirse bê ka kîngê pêdivî bi efûyê çêdibe. Krîzên civakî yên mezin derbas bûne, paşê pêdivî heye ku civak li hev were, ew dem hatiye, paşê wê demê meriv dikare efûyê derxe. Lêbelê efûyên ji bilî van rewşan, pergala qamûyê gelekî binpê dike. Me ev di efûya 1999an da dît. Jê ra gotin kêmkirina cezayê ye, lê di eslê xwe da efû bû. Piraniya kesên ku di vê efûyê da derketin, di nav du salan da sûcên nû kirin û dîsa vegeriyan hebsê. Ji ber vê yekê divê meriv di warê efûyê da pir hesas be."
Serokê YBTyê Feyzîoglu: "Verastkirineke ku her kes dikeve navê û wê bi hezaran kesên ku islah nebûne derxe kuçe û kolanan, wê jiyana merivan tehdîd bike, em ji bo pergala qamûyê û mafê jiyanê wisa difikirin ku divê meriv dûr û kûr li ser bisekine."