Selma Kasap
18 Adar 2024•Rojanekirin: 19 Adar 2024
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser daxuyaniya, "Ji bo min ev fînalek e. Bi rayeya qanûn dide, ev hilbijartin hilbijartina min a dawîn e" ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a der heqê hilbijartina 31ê Adarê da wiha got, "Ez ji vir ji Brêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan ra dibêjim; Tu nikarî biçî, Tu nikarî gelê Tirk bi tenê bihêlî. Ji ber vê, wekî Îtifaqa Cumhûrê em li cem te ne, em bi te ra ne. Wekî serokê rizgarker ê sedsala nû em dixwazin we bibînin."
Bahçelî di Kongreya Mezin a Asayî ya 14emîn a partiya xwe da axivî ku duh li Salona Werzişê ya Enqereyê hat lidarxistin.
Bahçelî li ser daxuyaniya, "Ji bo min ev fînalek e. Bi rayeya qanûn dide, ev hilbijartin hilbijartina min a dawîn e" ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a der heqê hilbijartina 31ê Adarê da wiha got:
"Wan pêlên han, bi qasî ji çapemeniyê hîn bûm, axaftineke Brêz Serokomarê me xasma di şax û baskên çepgir da wekî îştah û unsûra tehrîkê hatiye qebûlkirin. Ez ji vir ji Brêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan ra dibêjim; Tu nikarî biçî, Tu nikarî gelê Tirk bi tenê bihêlî. Ji ber vê, wekî Îtifaqa Cumhûrê em li cem te ne, em bi te ra ne. Wekî serokê rizgarker ê sedsala nû em dixwazin we bibînin."