- "31 Adar pir muhîm e. Înşallah emê vana li Enqereyê jî, li Stenbolê jî, li Îzmîrê jî di 31ê Adarê da teqawid bikin"
Mümin Altaş
18 Adar 2024•Rojanekirin: 18 Adar 2024
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "31 Adar pir muhîm e. Înşallah emê vana li Enqereyê jî, li Stenbolê jî, li Îzmîrê jî di 31ê Adarê da teqawid bikin."
Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya Kuleya Ataturk ya Komarê ya li Keçîorenê bû.
Erdogan wiha axivî, "Ew kesên ku dibin sedem li ser bernameya aboriyê ya me kir rewacê guman çêbin û dibêjin wê piştî hilbijartinê bûyerên xirab çêbin, wekî hergav çavên wan li qezenca wan e.
Em dibêjin mîrat û siyaseta ji bo xizmetê û bi vê hişmendiyê şev û roj dixebitin; em nikarin meydanê ji kesên bi siyaseta xwe ya tiral va dibin mînakên xirab ra bihêlin."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir, "Ji dahata milî heta îstixdamê, ji îxracatê heta teraza malî ya kamuyê hemd ji Xweda ra, hemû nîşan didin ku em di rêya rast da diçin."
Erdogan: "Ew kesên ku dibin sedem li ser bernameya aboriyê ya me kir rewacê guman çêbin û dibêjin wê piştî hilbijartinê bûyerên xirab çêbin, wekî hergav çavên wan li qezenca wan e.
Di nîva duyem a salê da em ê hemû bi hevdu ra daketina enflasyonê ku pirsgirêka me ya mezintirîn e bibînin."