Tirkiye

Di Kongreya Mezin a Asayî ya 14emîn a MHPyê da Bahçeli dîsa wekî serokê giştî hat hilbijartin

Esin Işık, Oğuzhan Sarı  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 19.03.2024
Di Kongreya Mezin a Asayî ya 14emîn a MHPyê da Bahçeli dîsa wekî serokê giştî hat hilbijartin

Ankara

 Di Kongreya Mezin a Asayî ya 14emîn a MHPyê da Devlet Bahçeli dîsa wekî serokê giştî hat hilbijartin.

Di kongreyê da ya li Salona Werzişê ya Enqereyê hat lidarxistin, deleyên lijneya ser ya partiyê di 15 sandoqan da ji bo hilbijartina serokê giştî, dengê xwe dan.

Piştî kutabûna cudakirina dengan, Serokê Dîwanê Mevlut Karakaya destnîşan kir, 1295 delege beşdarî dengdayînê bûn û bi dengê hemûyan va Bahçeli cardin wekî serokê giştî hat hilbijartin.

Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçeli yê di kongreyê da yekane namzed bû, ji bo cara 11emîn wekî serokê giştî hat hilbijartin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın