Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê 9 xwîşk û birayên 4 jê cêwî ne û ji bavê xwe qetîne û li cem diya xwe ya astengdar dijîn ji bo bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin ji xêrxwazan alîariyê dixwazin.
Bîrgul (14), Aygul (13), Mehmet (11), Alî Efe (10), Çîgdem-Dîdem (6) û Habîl-Kabîl (5) ên cêwî û Pervîn Yavuzturk (2) a xwîşk û birayên hev in niha li cem diya xwe S.Y ya du sal berê ji ber tundiyê ji bavê zarokan qetiya bû, dijîn.
Malbata mexdûr di xaniyekî kirêkirî yê du odeyî da rûdinê û bi alîkariya Qaymeqamtiya Sirûcê jiyana xwe didomîne. Ji malbatê 8 zarok niha diçin dibistana Egrîceyê. Dersên zarokan gelekî baş in lê bav tu piştgiriyê nade û ew jî ji bo bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin li benda alîkariyê ne.
Mamosteya Rêberiyê ya Dibistana Navîn a Egrîceyê Nîda Savururê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rewşa malbatê ji hêla aboriyê va ne baş e û heya ji dest tê piştgiriyê dide wan.
Mamoste Savururê diyar kir ku Bîrgul û Aygul a diçin pola 8an gelekî jêhatîne ew dikarin dibistanên baş qezenc bikin lê ji wan ra alîkarî lazim e.