28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 17/25 çileya pêşîn a darazê de biryareke nû da.
Serdozgeriyê xwest ku Osman Zekî Canitezê ji ber sûcê endamtiya FETOyê fîrarî ye û Parlamenterê CHPyê Aykan Erdemirê ku ji ber sûcên "belgeyên der barê ewlekariya dewletê de texrîb kirine, dijî armanca wê bi kar anîne û bi sextekariyê va dizîne" tê sûcdarkirin, bên girtin.
Li Amerîkayê di darizandina der barê welatiyên Tirkiyeyê de navê Osman Zekî Canitezê ku ji ber sûcê endamtiya FETOyê fîrarî ye û Parlamenterê CHPyê Aykan Erdemirê ku ji ber sûcên "belgeyên der barê ewlekariya dewletê de texrîb kirine, dijî armanca wê bi kar anîne û bi sextekariyê va dizîne" tê sûcdarkirin, di lîsteya şahidan de heye.
Serdozgeriyê di lêpirsînê de der barê Canitez û Erdemir de biryara girtinê da.
Hakimtiya Cezaya Sulhê ya 7emîn a Stenbolê daxwaza Serdozgeriyê nirxand û biryar da ku der barê Canitez û Erdemir de ji ber sûcên "belgeyên der barê ewlekariya dewletê de texrîb kirine, dijî armanca wê bi kar anîne û bi sextekariyê va dizîne" fermana girtînê bê derxistin.