Haydar Şahin
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
MARDÎN
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku bi destê Wezareta Karên Naxweyî lê wezîfedarî hatibû kirin ji bo Dêrikê tesîsa parzûnkirina avê ava dike.
Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê (MARSKÎ) ji bo Dêrikê tesîsa avê ya ku dikare di rojê da 8 hezar û 500 ton avê parzûn bike û bişîne xeta ava navçeyê ava dike. Bi vê tesîsê va ava ku ji Hanokê tê û zivistanê ji ber baranê şêlû dibe ew ê were parzûnkirin û her tim di heman qalîteyê da bikişe mala welatiyan. Hedef ew e ku di nav îsal da navenda parzûnkirina ava vexwarinê ya Dêrikê were temamkirin û têkeve xizmetê.
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku bi projeyên çêdikin va xizmeta bi qalîte didin welatiyan û wiha pê da çû:
"Em cudahiyê naxin nav welatiyan û her qurişê şaredariyê ji bo hemşehriyên xwe xerc dikin. Li hemû navçeyan em hene. Her ciyî ava dikin. Lewra em dizanin ku ciwan, kal, pîr, astengdar û zarokên vî bajarî bikenin, bajarê bikene û hizûrê were. Xizmeta ji vî bajarî da me kêfxweş dike."