16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Hunermend Tarik Akan li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet ku lê dihat dermankirin wefat kir.
Li gor daxuyaniya Weqfa Huner û Çandê ya Nazim Hikmetê, Tarik Akan demeke dirêj bû ji ber pençeşêra pişikê nexweş bû û li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet ku lê dihat dermankirin wefat kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Tarik Akanê ku her dem ji Nazim Hikmet hez dikir, ji destpêkê va di nav lijneya rêvebiriya weqfê da cî girtiye û xebitiye, 16ê îlona 2016an roja îniyê wefat kir. Bila serê gelê me sax be."