İbrahim Atmaca
20 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînkê ku 12 sal berê li Şîşliyê di êrîşa biçek da hat kuştin, li ser gora wî bi merasimê va hat bîranîn.
Li Goristana Êrmeniyan a Zeytînburnu Balikliyê ser gora Dînk merasim hat lidarxistin. Rakela jina wî, keça wî ya Sera û Delal, kurê wî Arat Dînk, birayê wî Orhan Dînk, heval û hogirên wî û xebatkarên rojnameya Agosê beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê da çîçek danîn ser gora Dînk û dia hat kirin.