Tirkiye

37emîn Mihrîcana Gulaşa Deveyan a Selçûk Efesê

Mihrîcana Gulaşa Deveyan a Selçûk Efesê ku wek Kirkpinara gulaşa deveyan tê binavkirin, cara 37emîn hat lidarxistin, ji bajar û navçeyên cuda bi tevahî 120 deveyan gulaş girt

İbrahim Atmaca  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 23.01.2019
37emîn Mihrîcana Gulaşa Deveyan a Selçûk Efesê

Izmir

ÎZMÎR

Mihrîcana Gulaşa Deveyan a Selçûk Efesê ku wek Kirkpinara gulaşa deveyan tê binavkirin, cara 37emîn hat lidarxistin.

Bi piştgiriya Şaredariya Selçukê va Komeleya Çanda Devekariyê ya Selçuk Efesê û Gulaşên Deveyan li Sehaya Gulaşê ya Pamucakê festîval li dar xist û ji bajar û navçeyên cuda bi tevahî 120 deveyan gulaş girt.

Kesên ku gulaşa deveyan meraq dikirin, seba temaşekirinê serê sibê pê va derketin gir û berwaran ku gulaşê temaşe bikin.

Welatiyan him gulaşa deveyan temaşe kir, him pîknîk kir.

Hin welatiyan def û zirne lê dan û zeybek leyîstin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın