Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ANKARA
Şampiyoniya Gulaşê ya Ciwanan a Ewropayê sibê wê li Îtalyayê dest pê bike.
Pêşbirk wê li Romayê çêbibin û di 4ê tebaxê roja duşemê da xilas bibin. Ji Tirkiyeyê jî jê 10 jin, 30 gulaşvanên neteweyî wê derkevin li ser mînderê û ji bo madalyayê wê hewl bidin.
Serokê Federasyona Gulaşê ya Tirkiyeyê Musa Aydin daxuyand îsal wan di şampiyoniyên navneteweyî hemû temenan de encamên serkeftî bi dest xistiye û ewê di Şampiyoniya Gulaşê ya Ciwanan a Ewropayê de jî dîsa bi ser bikevin.
Aydin got armanca wan ew e ku ew gulaşa Tirkan a bav û kalan li cîhanê bigihînin asteke bilind û wiha axivî: "Ciwan ji bo me girîng in. Gulaşvanên ji vir derkevin ewê di salên pêş di olîmpiyatan de me temsîl bikin. Ji ber vê serkeftin û tecrubeyên wan ên van şampiyoniyên navneteweyî pir girîng in."
Gulaşvanên neteweyî yên ku di şampiyoniya Îtalyayê de mayoya hîv û stêrkê li xwe bikin ev in:
- Mêr stîla serbest
57 kîlo Ahmet Taş
61 kîlo Ertugrul Kahvecî
65 kîlo Îbrahim Kar
70 kîlo Hasan Kaya
74 kîlo Îsa Demir
79 kîlo Ramazan Sari
86 kîlo Arîf Ozen
92 kîlo Erhan Yaylaci
97 kîlo Feyzullah Akturk
125 kîlo Oktay Gungor
- Grekoromen
55 kîlo Cîhat Lîman
60 kîlo Kerem Kamal
63 kîlo Abdullah Toprak
67 kîlo Îsmaîl Gun
72 kîlo Velî Yilmaz
77 kîlo Alî Osman Erbay
82 kîlo Muhîttîn Sariçîçek
87 kîlo Bedîrhan Tan
97 kîlo Beytullah Kayişdag
130 kîlo Yakup Yerlîkaya
- Jin
50 kîlo Aynur Erge
53 kîlo Zeynep Yetgîl
55 kîlo Eda Tekîn
57 kîlo Ozge Findikçi
59 kîlo Hatîce Ece Tekîn
62 kîlo Gamze Nur Adakan
65 kîlo Asli Demîr
68 kîlo Kadriye Aksoy
72 kîlo Tugba Kiliç
76 kîlo Ayşegul Ozbege