19 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
ANKARA
Lîndsey Grahamê Senatorê Amerîkayê diyar kir ku têkiliya PYD/YPGyê bi PKKya rêxistina terorê ra heye û wiha got: "Dibê Tirkiyeyê biparêzin û pirsgirêka me li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê derxist (YPG/PKK) çareser bikin"
Lîndsey Grahamê Senatorê Amerîkayê di hevdîtinên li Enqereyê da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ra civiya û piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê li dar xist. Graham bi bîr xist ku bi Serokomar Erdogan ra konsera Fazil Say guhdarî kir û ji bo vê ji Erdogan ra sipas kir.
Graham diyar kir ku di hevdîtinê da herî zêde li ser mijara Sûriyeyê sekinîn, stratejiya Amerîkayê ya heyama Obama xelet bû û wiha axivî: "Dema min bihîst ku PYD/YPG tê çekdarkirin min dizanibû ku ev ji bo Tirkiyeyêç tê kîjan meneyê. Şaxa siyasî ya YPGyê bi PKKyê ra têkildar e. Delîl eşkere ne."
Graham dema daxwaz vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê nirxand got, "Biryara rêveberiyê fehm dikim. Lêbelê ku li gor pîlanê ji venekişe ew ê kaos derkeve. Min hişyarî da Serok Donald Trump ku bira wekî Obama neke, yanê bi carekî jê venekişe."
Graham got vekişîna Amerîkayê dibê kêrî 3 armanca were û bal kişand ser têkbirina DEAŞê, pêşîlêbirîna serfiraziya Îranê û wiha pê da çû:
"Tiştekê ku qasî van girîng e jî ew e. Dibê Tirkiyeyê biparêzin û pirsgirêka me li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê derxist (YPG/PKK) çareser bikin. Min ji Serok ra jî got. Heke em vekişin û vî karî baş nekin ew ê ji bo Tirkiyeyê bibe kabos. Obama YPG çekdar kir û ji Tirkiyeyê ra xiste kabos. Dibê Trump di vekişînê da balda bibe û vê pirsgirêkê di hembêza Tirkiyeyê da nehêle."
Graham got heke Amerîka van tiştan neke û ji herêmê vekişe dibe ku li herêmê şerekî ji vê mezintir derkeve. Graham got, "Vekişîn, ew ê şerê li dijî DEAŞê bi dawî neke, şerekî teze bide destpêkirin."
Senator Graham diyar kir ku Tirkiyeyê mecbûr bimîne komên terora çekdar ji Sûriyeyê paqij bike û wiha axivî: "Hinekên van jî ew in ku me ew çekdar kirine."