21 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
ENBAR
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona hêzên Iraqê û milîsên eşîran li bajarên Enbar û Selahadînê birêva dibin da gelek gund ji DAEŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin.
Ji fermandarên Operasyona El-Cezîreyê ya li Enbarê Tumgeneral Qasim el-Mihemedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên Iraqê û milîsên eşîran DAEŞê ji gundên Ez-Zîra, Hacer El-Kusayr û El-Kusayriyyatê ku li bakurê navçeya El-Bexdadiyê dikevin derxistin.
Mihemedî destnîşan kir ku di operasyonê da hin milîtanên DAEŞê hatin kuştin, du wesayît bûn xirbende û 213 bombe jî hatin înfilaqkirin.
Serpel Gazvan el-Cûbûrîyê ji ewlehiya Iraqê ku di operasyona li Selahadînê tê birêvebirin da cih digire jî got ku li wîlayeta Selahadînê bajarê Eş Şarkatê jî ji DAEŞê hat xilaskirin.
Cûbûrî ragihand ku li çar aliyê bajêr bi tevahî qadeke bi qasî 15 kîlometreyî hat xilaskirin û di operasyonê da ji artêşa Iraqê leşkerek mir û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li paytext Bexdayê di êrîşên bombeyî yên ku qewimîn da yek jê polês 4 kes mirin û 5 jê polês jî 17 kes birîndar bûn.
Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.