29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Çi dikin bila bikin, bi îzna Xwedê ya ku dê di encamê de bi ser bikeve em in, em ê sebr bikin lê înşeallah dê Xwedê vê serkeftinê bike nesîbê me."
Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim û xanima wî Semîha Yildirim li mala sersaxiyê eqrebayên kesên ku li Durumluyê bi destê terorîstên PKKyî hatin qetlkirin ziyaret kir û sersaxî da wan.
Erdogan û Yildirimê ku hatin Diyarbekirê di çarçoveya têkiliyên xwe de Gundê Tanişikê ya ku lê welatiyên mexdûrên qetlîama li mezreya Durumluyê ya 12ê gulanê ya ku bi destê terorîstên PKKyî di encama teqandina 15 ton teqemeniyê de 16 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn ziyaret kir.
Serokomar Erdogan dema ku hat mala sersaxiyê gote kesê ku wir bûn "Serê we teva sax be."
Pişt re piştî ku li mala sersaxiyê dia hat xwendin, Serokomar Erdogan jî dia xwend û got ku "Serê we teva sax be, Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike, şifaya xêrê bide birîndarên me, ez ji bo hemû malbatan sebrê dixwazim. Em bi rastî jî tehamûla ku malbatên hemû şehîdan di vê pêvajoyê de nîşan dan pîroz dikin."
Erdogan bi bîr xist ku li Qur'ana Pîroz dibêje ku "Ji bo kesên ku di rêya Xwedê de tên kuştin nebêjim mirî, ew zindî ne lê hûn nizanin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu gunehên van birayên me tune, tu mijarê de qusûrên wan tunin û di rewşekî wiha de ez wisa bawer dikim û bêyî ku ji tiştekî şerm bikim bi awayekî eşkere dibêjim ku ev birayên me di encama êrîşa komekî xaîn, bêwijdan heta heta ateîst, bêkitêb de gihiştine meqama şehîdiyê."
- "Înşeallah em ê bi awayekî herî baş ser bikevin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku meqama şehîdiyê piştî meqama pêxemberiyê meqamê herî bilind e û got ku "Em heqîqetan sebra hemû malbatê ya di vê mijarê de pîroz dikin. Em di nav têkoşînekî de ne lê em ê bi kerema Xwedayê xwe înşeallah bi awayekî herî baş bi ser bikevin."
Erdogan gote kesên ku eqrebayên wan mirin "Ez dîsa ji bo we sebrê dixwazim û ev sebra we dê bibe mukafata we" û wiha axivî:
"Em hem wek hikûmet hem jî wek serokomar çi dikeve ser milê me ne tenê li Durumlu û Tanişikê li hemû herêmê, li Başûrê Rojhilat, li Rojhilat çi hewce dike em ê hemûyan bikin. Bi îzna Xwedê dewletê me hêzdar e, dê rê nede van. Em di vê mijarê de ji xwe me bawer kiriye, me serê xwe daye vê rêyê û înşeallah em ê vê têkoşînê înşeallah heta dawî berdewam bikin. Tenê hûn jî di vê mijarê de serî netewînin, nekerixin,em dest bidin destên hev û bi îzna Xwedê vê karê jî heta dawî bi îzna Xwedê xilas bikin."
Erdogan piştî axaftina xwe dîsa dia kir. Pişt re Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîrên di heyetê de çûn ser gorên kesên ku di qetlîamê de mirin û dia kirin.