Ekip
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan der barê sîstema perwerdeyê de got: "Di heyama pêş me de emê şoreşa ku me di bingeha perwerde û hînkeriyê de kiribû, di naveroka wê de jî bikin."
Erdogan, li Lîseya Akîf Înan Îmam Xetîb a Anadolu di merasima vekirina 80 mekteb û 59 salonên sporê de axivî.
Serokomar Erdogan li ser sîstema perwerdeyê wiha nirxandin kir:
"Serkeftinên ku me bi dest xistine, girîng in, lê digel vê ez bawer dikim ku em di mijara perwerde û çandê da hê negihîştine asta ku em tam dixwazin. Milletê me ji bo ku perwerde-hîndekariyeke baş bide ewladên xwe fedakariyeke mezin dikin. Li ber vê fedakariya mezin asta ku em tê da ne, asta divê em lê bin nîne."
Serokomar Erdogan herwiha got: "Em nikarin ciwanekî xwe ku qet bi dîroka xwe beled nîne an jî xelet dizane, ji dewlemendiya çanda xwe bêxeber e, ji ronahiya şaristaniya xwe bêpar e, wekî pêbaweriya siberoja xwe bibînin."
Serokomar Erdogan ragihand ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da 3 hezar û 872 terorîst hatin berterefkirin.