30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
TEHRAN
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez diyar kir ku wê Mizgefta Kurşunluyê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku berhema Osmaniyan a ewil a li bajêre wê ji nû ve ava bikin û wiha dewam kir: "Emê Mizgefta Kurşunluyê ji nû ve ava bikin û bi birayên xwe yên li wê derê re li wê mizgeftê nimêj bikin û ji ber ku me mizgeft kiriye wî halî û li derdora wê meriv tên kuştin emê ji Rebbê xwe re bo me efû bike dia bikin."
Gormez der barê bûyerên ku di rojevê da ne daxuyanî da nûçegihana AAyê û bal kişand ser çalakiyên PKKya rêxistina terorê ya ku li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pêk tîne û got ku ew bi personelên diyanetê, saziyên civakî yên sivîl, rûspî û zanayên dîn re xeberdidin û hay ji hev hene.
Serokê Karên Diyanetê Gormez destnîşan kir ku dema bi zanayên dîn ên li herêmê ne re diaxivin ew dibêjin: "Li herêmê seranserê dîrokê ew tundiya ku em her tim jê gilîdar bûn û me digot dewlet dike îro zêdetirê wê rêxistina terorê tîne serê me."
Gormez ragihand ku em wek milet dikarin ji heqê hemû astengiyan bên der û wiha dewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku wek milet em dikarin ji heqê hemû astengiyên ku rê li ber yekîtiya me digirin bên der. Niha bi tenê ew rêxistina terorê ya ku hendekan dikole û tê de bombeyan bi cih dike û gelê xwe mecbûrî koçê dike wek pirsgirêk maye. Di vê meseleyê de aliyê dînî, çandî, civakî, siyasî û ewlehiyê heye. Mijarên hêla dînî, çandî û civakî bi qasî ku ez dibînim bi piranî hel bûne û ez ji vê yekê kêfxweş im. Lê rêxistina terorê ji vê yekê kêfxweş nîne û ji ber vê jî bi piranî bi rêbazên xerab tundiya xwe didomîne û ez ji vê yekê jî aciz im û li ber vê yekê dikevim."
Serokê Karên Diyanetê eşkere kir ku personelên diyanetê ev nêzî meh û nîvekê ye li Sûr, Cizîr, Silopî, Sîlwan û Dargêçîtê nikarin xizmetên xwe yên dînî bi cih bînin û xeberdana xwe wiha domand: "Du xeletiyên ku tu neferekî miletê me qebûl nake tên kirin. Ji wan yek rê li ber îbadetê girtin e û ya din jî ew e ku li ser mînareyên mizgeftan xeletiyên xwe û pesnê xwe didin û parve dikin. Hevalên me digel hemû kêmasiyan çawa ku fersendê dibînin ji bo xizmetê bikin hewl didin. Bi rastî ew mûameleya ku li ser wê mizgefta dîrokî ya li Diyarbekirê hat kirin dilê me pir şewitand û em li berê ketin. Lewra tu milet êrîş û destdirêjiya li ser derên wiha yên ku ji bo gel pîroz in qebûl nake.
Bi îzna Xwedê di demeke kurt de emê him bi Midûriyeta Giştî ya Weqfan û him jî bi Wezareta me ya Çandê re ji bo ji nû ve avakirina Mizgefta Kurşunluyê xeber bidin û ava bikin. Belkî emê wê mînbera yekpareyî careke din nebînin lê qet nebe ji bo îbadetê hazir bikin û bi birayên xwe yên li wê derê re li wê mizgeftê nimêj bikin û ji ber ku me wê mizgeftê kiriye wî halî û li derdora wê meriv tên kuştin emê ji Rebbê xwe re bo me efû bike dia bikin."