Haydar Şahin
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
ANKARA
Serok Erdogan: "Em têkoşîna dijî terorê bênavber didomînin û em ê bidomînin. Em ê xwîna şehîd û xaziyên xwe li erdê nehêlin."
"Emê zarokên xwe hîn bikin ku bila bên mizgeftan, emê jinên xwe hîn bikin ku bila bên mizgeftan. Mizgeft cihê ku Misilman kom dibin e, emê vê wiha îlan bikin."
"Ma tu hedîsek an ayeteke dibêje jin nekevin mizgeftan heye? Min ne xwend ne dît ne bihîst ne jî dizanim. Mamosteyên min tiştekê wiha hînî min nekirin. Wisabe kê bi kîjan hişmendiyê vê wiha dike? Êdî dibê tabuyên wiha werin hilweşandin."
Erdogan: "Ji ber ku saziyên me yên eleqedar kêmasiyên ji hêla menewiyatê hel nakin rêxistinbûnên wek FETO û DEAŞê li ser civakê tesîrê dikin."
"Heke em pêşerojê înşa bikin mîna ku duh hat kirin lazim e em îro jî ji bo jiyaneke navenda wê mizgeft be teşwîqan bidin û hewl bidin."
"Weaz û xutbe bi awayekî ku ciwanên me bikaribin fêm bikin divê bên rojanekirin, nûkirin û zelalkirin."
"Wezîfedarên me yên dîn çi dibe bira bibe dibê ji zimanê ku hin însanên me wêda dike dûr bisekinin."