Elif Orhan
31 Tebax 2018•Rojanekirin: 31 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Mezûniyeta Dibistanên Herbê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî ya ku li Dibistana Herbê ya Bejayê hat kirin de axivî.
Serokomar Erdogan her yek ji 146 serbazên Tirk û 78 serbazên mêvan ên ku li dibistanên herbê yên bejayê, behrê û hewayê perwerdeyên wan temam bûn pîroz kir û bi bîr xist ku piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê hemû dibistanên herbê bin banê Zanîngeha Parastina Neteweyî de berhev kirin û rêxistin kirin.
Erdogan diyar kir ku ji ber vê yekê di salên 2016 û 2017an de ji dibistanên herbê xwendekarên Tirk nehatin mezûnkirin û ji bo pêkanîna serbazan perwerdeyên eskeriya bingehîn û nêrîna serbaziyê dan destpêkirin û qal kir ku bi vî awayî sermaweza borî û temûza îsal bi qasî 3 hezarî tegmen li Artêşa Tirkiyeyê dest bi kar kirin.
Erdogan got her wiha dibistanên bilind ên pîşeyî yên binefseriyê yên girêdayî zanîngehê jî bi mezûnên xwe piştgirî da artêşê û wiha axivî:
"Îro jî piştî ji nû ve rêxistinkirinê em mezûnên ewil ên dibistanên xwe yên herbê didin. anîngeha me ya Parastina Neteweyî di cotmeha pêşiya me de dê bi tehavî 6 hezar û 125 Tirk û 661 xwendekarên eskerî yên ji 22 welatan dest bi perwerdeya nû bike. Bi vî awayî pêvajoya ji nû ve rêxistinbûnê ya piştî 15ê tîrmehê dê zehfî biqede û dibistanên me yên herbê bi kapasîteya tam fealiyetên xwe bidomînin."
- "Ez xebatan ji nêz ve dişopînim"
Erdogan girîngiya naveroka perwerdeya li dibistanên eskerî destnîşan kir û got ku "Divê em zihniyeta di dibistanên eskerî de biguherînin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi artêşeke ku herdem derbe û cuntayê çêdike, bûye wekî amûra wesayetê tune, hewcedariya Tirkiyeyê bi artêş û hêza mirovî ya ku welat û gelê xwe bi awayê herî baş diparêze heye. Ez dizanim ku Zanîngeha me ya Parastina Neteweyî di vê warê de xebatên gelekî girîng kirin. Lê belê ez wisa difirikirim ku em hê jî di mijara naverokê de negihane asta ku tê xwestin."
Erdogan got ku piraniya pêvajoya ji nû ve sazbûnê temam bû û destnîşan kir ku divê hemû enerjî û wextê xwe bidin ser naverokê û wiha axivî:
"Em biryardar in ku Artêşa Tirkiyeyê ne tenê di mijara çek, hêza mirovî, performansa fizîkî de di heman demê de bi nêrîna wê ya ji bo jiyanê, dinyayê, berpirsyariyên ku welatê me hildide ser xwe jî derxînin asta herî pêşketî. Heyama pêş me dê bibe heyameke ku reformên gelekî girîng bêne kirin. Weke hemû destkeftiyên din ên Tirkiyeya Nû, ya ku me bi Zanîngeha Parastina Neteweyî ava kir tu carî paşvegerîn nabe."
- "Gelekî ku tevde dirabe qiyamê ye"
Erdogan wiha axivî: "Têgeha gelê esker qal dike ku dema ku ezana gelê me, alaya me, welat û dewlet derbas bibe gelê me tevde radibe qiyamê.
- "Em ê wesfê xwemalî û neteweyî ya artêşa xwe xurt bikin"
Têgeha gelê esker qal dike ku dema ku ezana gelê me, alaya me, welat û dewlet derbas bibe gelê me tevde radibe qiyamê.
- "Dê nekarin ku li pêşiya Tirkiyeya mezin û hêzdar bisekinin"
Erdogan: "Dê nekarin pêşiya Tirkiyeya mezin û hêzdar bisekinin, çiqas zen bikin ku serî bi me didin tewandin jî em ê hezar carî rabin ser piyan."
- "Tirkiyeya sibê dê ji ya îro hêzdartir be"
Serokomar Erdogan: "Tirkiyeya îro ji Tirkiyeya 20 sal berê qatbeqat hêzdartir û gumrahtir e, muqtedîrtir e. Tirkiyeya sibê dê ji ya îro gumrahtir, hêzdartir û muqtedîrtir be."