Tirkiye

"Em nahêlin Sîncar bibe Qendîleke nû"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Em tu carî nahêlin Sîncar jî bibe Qendîleke nû"

Fatih Gazioğlu  | 18.12.2018 - Rojanekırın : 19.12.2018
"Em nahêlin Sîncar bibe Qendîleke nû"

Istanbul

TBMM 

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Daxwaza me ji Iraqê ew e ku di têkoşîna me ya dijî rêxistina terorê da alîkariyê bidin me. Ez di serî da bibêjim. Yekîtiya axa cîranên me ji bo me jî girîng e û em hurmetê nîşanê wan didin. Lê bila bizanin heta em hemû endamên PKKya rêxistina terorê paqij mekin operasyonên me wê dewam bikin. Em tu carî nahêlin Sîncar jî bibe Qendîleke nû."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar li meclîsê axivî. Akar got ku divê tu kes li ser têkoşîna dijî terorê nekeve polemîkên siyasî û wiha axivî:

"Hêzên me yên esmanî di 13yê kanûnê da li dijî baregehên PKKya rêxistina terorê yên ku li Sîncar û herêma Çiyayê Karacakê ne operasyoneke esmanî lidarxist. Hêzên me ji bo ku sivîl zirarê nebînin baldar hereket kir. Daxwaza me ji Iraqê ew e ku di têkoşîna me ya dijî rêxistina terorê da alîkariyê bidin me. Ez di serî da bibêjim. Yekîtiya axa cîranên me ji bo me jî girîng e û em hurmetê nîşanê wan didin. Lê bila bizanin heta em hemû endamên PKKya rêxistina terorê paqij mekin operasyonên me wê dewam bikin. Em tu carî nahêlin Sîncar jî bibe Qendîleke nû."

Akar wiha dewam kir:

"Armanca me îstiqrara herêmê ye. Di dawiya operasyonê da rêveberiya bajêr wê derbasî xelkê Minbicê bibe. Amerîkayê soz dabû lê me tespît kir ku PKK/YPGya rêxistina terorê li herêmê gelek çal kolandine û stargehên nû avakirine. Em mijarê ji nêz va dişopînon. Eger Amerîka li ser soza xwe nesekine em ê terorîstan di wan çalan da veşerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın