18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
SAMSUN
Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em li sehneyê peyê şovê nerevîn, em kirina îcratê, xizmetê û ji bo welat û bajarên me qezenckirina berheman revîn. Me ji bo çar pênc reyan hevrêtî, yarentî û hevaltiya şaxên siyasî yên rêxistina terorê ya cudaxwaz nekir. Ji bo me icazet ne nobedariya li ber deriyê provokatorê li Edîrneyê ye. Ji bo me icazet, xizmetkariya gelê me ye."
Erdogan li Meydanê Cumhûriyetê ya Samsûnê beşdarî mitînga partiya xwe bû.
"Jibilî derewan tu sermayeya te tune ye"
Erdogan ji bo namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce got, "Qet şerm nake ji min ra dibêje 'Ew êdî westiya ye.' Muharrem Beg, ez xwedî antreman im, di jiyana min de 16 salên min bi futbolê derbas bûn, di siyasetê de 40 sal tecrubeya min heye... Lê, tu bêyî ku dest pê bikî xilas bûyî. Çima? Lewra jibilî derewan tu sermayeya te tune ye. Ji bo ku fedî bike, xwe topî ser hev bike, em ê derew û gotinên Bay Muharrem ên ji hev nagrin, em ê îfşa bikin."
Erdogan wiha jî got, "Heta ku ji Amerîkayê têlefon neyê, heta ji zatê li Edîrneyê icazetê nestîne, nikare li meydanan peyvekê jî bêje. Mîna Serokê xwe yê Giştî Kiliçdaroglu, hema çi didin ber û çi jê ra dibêjin, bêyî ku lêkolînê bike û li pêş û paşê wê binihêre, jê bawer dike. Îja ku rewş ev e, timî tê xapandin û timî dibe pêlîstokê fêlbazên têlefonê."
"Serokê te yê giştî çima nebû namzed?"
Erdogan bal kişand ser namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş û got, "Vê partiyê namzedekî din nedît, ev qas feqîr bû? Îleh serokên giştî dibûn, serokê te yê giştî çima nebû namzed."
- Operasyona Qendîlê
Serokomar Erdogan li ser têkoşîna dijî terorê wiha got, "Em li Qendîlê operasyonan dikin. Di operasyona ewil de me 20 balafir rakirin û me 10 cihên girîng xist. Di operasyona duyem de jî me serkirdeyên wan xist. Li ku? Me li Iraqê, li Qendîlê li wan xist."
Erdogan got, "Yên ku bo rêxistina terorê ya cudaxwaz gotinekê nabêjin, hezim nekin jî li Qendîlê operasyonên me yên ji bo paqijkirina terorê dewam dikin."
"Herin ser sindoqan û dengê xwe bidin deng bidin Tifaqa Cumhûr"
Erdogan wiha pê de çû: "Emê careke din mirazê wan kesan yên ku bendê ne welatê me bêhêz bibe di çavê wan de bihêlin. Ji ber vê hemû welatiyên min, herin ser sindoqan. Di 24ê hezîranê da her reya ku wê ji bo Tifaqa Cumhur were dayîn, wê wek mixên dawîn di darbesta pergala Tirkiyeya berê ku tê da derbe û krîz çêdibûn da were kutan."