Ekip
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna li dijî rêxistina terorî PKKê de got: "Em li aliyê Iraqê yê sînorê xwe derbeyên mezin li rêxistina terorî didin. Em bi vê namînin li Sûriyê operasyonên muhîm dimeşînin."
Serokomar Erdogan li Fermandeyiya Mekteba Herba Bejahî ya Zanîngeha Berevaniya Neteweyî beşdarî merasima mezûniyeta 855 namzedên sûbayiya muwezzef bû û li vir axaftinek kir.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku weke dibistanên herbê yên din deriyê Dibistana Herba Bejahî jî wê ji hemû ewladên milet ra vekirî be û xwendekaran qebûl bike.
Li ser birêveçûna xebatên wê got:
"Wê tu derfetê nede tu îdeolojî, girse û hişmendiyeke marjînal ku dibistanên me bi dest bixin; ez bawer dikim ku me pergaleke bi temamî xwemalî û bi temamî neteweyî li van deran çêkir. Çawa ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk nirxê hevbeş ê hemû gelê me ye, wisa jî artêşa me ya me hemûyan e. Ez bawer im sala bê hejmara serîlêdanên dibistanên me yên cengê wê qat bi qat zêde bin. Ji ber ku ev artêş, ne artêşa derbekar, cûntakar, wesayetkaran e. Ev artêş, artêşa FETOyiyan qet nîne. Ev artêş, ne artêşa tu dezgeheke dereke ye. Ev artêş, bi tenê artêşa Tirkiyeyê ye, artêşa gelê tirk e."
Bal kişand ser hewlên derbeyê û wiha dewam kir:
"Hemû êrîşên li dijî Artêşa Tirkiyeyê di heman demê de li dijî min in jî. Derbekerên di nav ertêşê de paqijkirin û li dijî xayinên cunkerên têkoşîn tiştekî, tevgerên ku dibin sedema bêhêzbûna artêşa me, tevgerên ku dibin sedema rencîdebûna eskerên me tiştekî dinê ye. Em têkoşîna li dijî xayinan didomînin, em ê bidomînin jî lê em ê destûrê nedin tu kesî vê rewşê wekî firsendê bi kar bîne û efserên me, eskerên me aciz bike."
Serokomar Erdogan pesnê artêşê da û got:
"Îro Tirkiye xwediyê artêşeke wisa ye ku ji hêla ceribandin û qabîliyeta operasyonel va herhal di nav artêşên herî hêzdar ên dinyayê da ye."
Li ser têkoşîna li dijî terorê jî bal kişand ser wê yekê ku ewê îdî "bi xwe navika xwe bibirin" û wiha pê de çû:
"Em li aliyê Iraqê yê sînorê xwe derbeyên mezin li rêxistina terorî didin. Em bi vê namînin li Sûriyê operasyonên muhîm dimeşînin. Li Qeter, Somalî, Efxanistan û Bosnayê jî em gelek wezîfeyên derveyî bi serkeftî birêve dibin."