Barış Gündoğan
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
VAN
Erdogan: "Em ji azadiyan tawîzan nadin, em tu carî bi paş ve venagerin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "We ji devê CHPyê bihîstiye ku qala şerê dijî terorê dike? We ji devê yên din bihîstiye? Derdekî wan yê ji bona şerê dijî terorê tuneye. Ev tenê derdê me ye. Dem hat PKKyê emilandin, dem hat FETOyê derxistin holê û dem hat DEAŞê şandin ser me. Hemd ji Xwedê ra tevî gelê xwe em ji heqê wan derketin."

Erdogan: "Me polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê ji holê rakirin. Li vî welatî kîjan Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe tê cudakirin? Qet."
Erdogan: "Li vî welatî 81 milyon welatiyên min wekhev in û xwediyê heman heq û azadiyê ne û ji hemû xizmetên bingehîn îstifade dikin. Me li Tirkiyeyê zilma dewletê ji holê rakir."
Erdogan: "Yên ku pişta xwe bidin qatilên destbixwîn û behsa demokrasiyê bikin, tenê şelaqên terorîstan in."

Erdogan: "Me di dîroka siyaseta xwe da ji bona meseleya terorê çareser bikin rîskeke ku kes hilnader ser xwe hilda. Em çiqas dilsoz bûn û me gav avêtin yên li hemberî me ewqasî gavên bêbext avetin."
Serokomar Erdogan: "Me duh bi Mertalê Feratê û destpêka salê jî li Efrînê dersa yên ku zilm li xelkê Sûriyeyê kirin û xwestin korîdora terorê ava bikin da. Niha jî em li Minbicê dersa wan didin."