Elif Orhan
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di bernameya fitarê ya Protokola Dewletê de axivî.
Serokomar Erdogan got, "Nûkirinên wekî jimara wezaretan, yekkirina saziyên ku karên wekhev dikin, statuya personelan piştî hilbijartinê dê bên tetbîqkirin."
Erdogan derbarê Pergala hikûmeta Serokomariyê de got, "Avakirina hikûmeteke ku di parlementoyê de ne xwedî piranî be, mumkun nîn e, heke ava jî wê nikaribe bixebite. Bi pergala hikûmeta Serokomariyê, em Parlementoyê dikin tekane lêvegera qanûndanînê."
Erdogan herwiha ji bo pergala Serokomariyê wiha axivî:
"Di atmosfera ku qanûndanîn û rêvebirin dikeve dengeyê de dê hêsantir bibe ku daraz bêalîtir, serbixwetir bixebite. Pergala hikûmeta Serokomariyê di veguherîna mezin a ku cîhan û welatê me jê derbas dibe de ji bo ku welatê me bigihêje armancên xwe û jê derkeve derfeteke mezin e. Werin ez dixwazim ku em hemû bi hev re vê derfetê binirxînin. Werin em hemû bi hev re bigihêjin armancên 2023 ên Tirkiyeyê. Werin em hemû bi hev re ji bo zarokên xwe bingeheke ku bikarin vîzyonên 2053 û 2071 tetbîq bikin ava biin. Va ye em ji bo vê di hilbijartinên 24ê hezîranê de soza Parlementoya hêzdar, hikûmeta hêzdar, Tirkiyeya hêzdar didin."
Erdogan got, "Em biryardar in ku wê çeka kurê ya ku di her heyama dixwazin ku beriya welatê me bigirin de dixin dewrê bi tevdîrên ku me sitandin û emê bistînin berteref bikin."