03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Serokwezîr Bînalî Yildirim wê piştî ziyareta fermî ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe.
Barzanî got: "Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wê Bexdayê ziyaret bike, helbet wê piştî ziyareta Bexdayê were Herêma Kurdistanê."
Barzanî piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ku li Hewlêrê lidarxistin, pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de bersivandin û derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Barzanî li ser êrîşa terorê ya li Stenbolê jî sekinî got:
"Em êrîşa li Stenbolê şeva sala nû hat kirin, bi tundî şermezar dikin. Mixabin me wiha dest bi roja ewil a salê kir, em xemgînin. Wekî Herêma Kurdistanê me ji destê bûyerên terorê pir kişand. Bila serê malbat û xizmên qurbaniyên êrîşê sax be û Xwedê şîfaya xêrê ji birîndaran re bişîne. Di vê êrîşê de cardin derket holê ku divê rêxistina terorê bi tevahî ji holê bê rakirin û ji bo vê jî divê hemû kes mil bidin hev û bi hev re tevbigerin."
-Divê PKK ji Şingalê vekişe
Barzanî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê hebûna PKK li Şingalê de wiha axivî: "Siyaseta me ya divê mijarê de net e. Hebûna PKKê ya li Şingalê rê li ber ji nûve înşakirina herêmê digire û ev jî dibe sedema bêîstîqrariyê. Divê PKK ji Şingalê vekişe."