28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
MUGLA
Ji hêzên ewlehiyê ra xeber hat ku yek ji eskerên di dema hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da êrîş birin ser otêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê dima li Taxa Şîrînkoya ser navçeya Ulayê ye hat dîtin û li ser vê operasyonê dest pê kir.
Ji eskerên ku girtin ser otêla Serokomar Erdogan 10 kes hê jî nehatine qefaltin. Welatiyan îxbar kirin ku ji wan eskeran yek li texma Şîrînkoyê di baxçeyekê da hatiye dîtin û li ser vê hêzên esker û polêsan sewqî wê herêmê kirin.
Yekîneyên taybet li bejayê û helîkopter jî ji hewayê va piştgiriyê didin operasyonê û welatî jî li taxê kom bûn û li operasyona ku hêzên ewlehiyê birêva dibin temaşe kirin.
Anonsên "Teslîm bibe" tên kirin
Fîruzan Karaya li taxê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku kurê wê li qata duyemîn a xaniyên wan kesek dîtiye û paşê jî hêzên ewlehiyê dan pey wî kesê ji wir reviya.
Karayê destnîşan kir ku kurê wê jî ji bo rê nîşan bide bi eskeran ra çû û Mixtarê Taxa Şîrînkoyê Bayram Kolkesen jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji êvarê va li taxa wan qerebalixî heye û wiha dewam kir: "Mala me hema bêje di nav daristanê da ye. Yek nêzî malan hatiye û li ser îxbarê reviyaye. Niha li texma Domuzbelenê xebateke berfireh tê kirin. Ez hêvî dikim ku heta êvarê bê qefaltin."