28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Şûraya Leşkerî ya Bilind bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim ve li Koşka Çankayayê civiya.
Heyet ewil çû ziyareta Anitkabîrê û paşê çûne Koşka Çankayayê.
Heta niha civîn li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê li Salona Çakmakê çêdibû. Lê ev yekem car e ku civîna "pir dizî" li dervayî baregehê çêdibe.
Serokwezîr Bînalî Yildirim cara ewil e ku serokatiya civînê dike û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî cara ewil e beşdarî civînê dibe.
Di civînê de terfî û wezîfedarkirina Hêzên Çekdar ên Tirkan wê bê axaftin. Mijara herî girîng jî wê hewlana derbeyê ya Rêxistina Terorê FETOyê be.
- Xebat wê di rojekê de biqedin
Xebatên şûrayê salên berê 3 roj dewam dikir. Li gor daxuyaniya Serokwezîr Yildirim xebat wê di rojekê de biqedin. Biryarên ku civînê de bêne dayîn wê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin da ku ew jî pesend bike. Pişt re wê van biryaran ji raya giştî re eşkere bikin.
Ji ber civînê li der û dora Koşka Çankayayê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
Balafireke polêsan li ser koşkê difire, li der û dora koşka jî polêsên tevgera taybet bi wesayîtên zirx ve nobedê digrin.