22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr: "Li Tirkiyeyê bi hinceta OHALê wê di warê demokrasî, azadî û mafan da astengî û paşvaçûyîn çênebe."
Kurtulmuş li Qesra Çankayayê serok û endamên Komeleya Rojnameger, Televizyongeran û Radyogeran, Komeleya Nûçegihanên Parlementoyê, Komeleya Nûçegihanên Aboriyê, Komeleya Nûçegihanên Wêneyan a Tirkiyeyê, Komeleya Nûçegihanên Diplomasiyê û Lijneya Rêvebiriya Komeleya Kameravanên Nûneçeyan a Tirkiyeyê qebûl kir.
Numan Kurtulmuş diyar kir ku li Tirkiyeyê şeva 15ê tîrmehê afat û belayeke mezin hat astengkirin û got ku ev afat ji gel ra bû rehmeteke mezin.
Kurtulmuş diyar kir ku hemû komên pîşesaziyê û gel li dijî derbe û cûnteyê bûn yek û wiha got: "Destana demokrasiya 15ê tîrmehê bû modeleke mezin. Ez hemû kesên ku piştgirî dan têkoşîna demokrasiyê pîroz dikim."
Kurtulmuş destnîşan kir ku çapemenî sipasiyeke taybet heq dike û wiha dewam kir: "Medyaya tirkan paşva gav neavêt û di destpêkê da ku meriv nizanibû wê derbe çawa bibe piraniya hevalên me yên di çapemeniyê da helwesteke xweş nîşan dan."