01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ÎSTANBUL (AA) - Serokê Giştî yê Federasyona Hilberînerên Nan Murat Kavuncu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku esnafên ku nan derdixin ji bo rojiya remezanê amade ne.
Kavuncu diyar kir ku wê îsal di meha remezanê da rojane 58 milyon pîde derxin.
Kavuncu diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê hin esnaf li gor bihayê pîdeyan hereket nakin û ev jî dibe sedema reqabetê û wiha got: "Ji ber vê jî di pîdeyê da kalîte dikeve. Îsal bihayê pîdeyan nehat zêdekirin. Bihayê pîdeyê 1.5 lire ye. Welatiyên me dema pîde kirîn bila baldar bin."
Kavuncu destnîşan kir ku bila welatî têra xwe pîde bikirin û got ku di meha remezanê da rojane 6 milyon pîde îsraf dibe.