Türkan Tosun,Önder Beyter
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ANKARA
Li giştiyê welêt di operasyonên navbera 11-18ê çileya pêşîn hatin kirin de 28 terorîst hatin bêtesîrkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di nav hefteyekê de li hember rêxistinên terorî hezar û 187 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da 148 kes ji ber îdiaya alîkariya PKKa rêxistina terorî kirine, 75 kes ji ber îdiaya eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorî re heye, 575 kes di çarçoveya têkoşîna dijî FETOya rexistina terorî de, 24 kes jî di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên çepgir de hatin binçavkirin.
Di van operasyonan da 822 kes ji ber sûcên terorê, 119 kes ji ber koçberî û qaçaxçitiyê, 3 hezar û 716 kes jî ji ber hişbir û qaçaxçitiyê bi tevahî 4 hezar û 657 şikbar hatin girtin.
9 kuştî, 4 sax û 15 kes jî teslîmbûyî 28 terorîst di operasyonan de hatin berterefkirin.
Di operasyonên ku li Agirî, Batman, Bîngol, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex,Tuncelî û Gîresunê tên meşandin de 81 sitargeh û şikeft, 18 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û mayin hatin îmhakirin.
5 bombeyên destan, tonek madeya ku di çêkirina teqemeniyê de tê bikaranîn, 23 çekên ku 14 ji wan çekên giran û lûledirêj in, 2 hezar û 280 muhîmatên din hatin bidestxistin.
- Operasyonên hişbirê
Li hemberî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê li 77 parêzgehan 2 hezar û 646 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 890 kîlogram esrar, 281 kîlogram eroîn, 54 kîlogram kokaîn, 3,67 kîlogram metamfetamîn, 1,21 kîlogram afyon, 193 hezar û 545 hebên hişbir, 1,23 kîlogram kannabînoîda sentetîk (bonzaî), 100 serî kirkirk, 924 hezar û 825 pakêt cixareya qaçax û 14 ton û 896 lître sotemenî hatin bidestxistin.
Ji xeynî van li 46 parêzgehan di operasyonên dijî firoşkarên kuçeyan da 508 berşik hatin qefaltin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça neqanûnî da 268 kes jê li ser behrê, 6 hezar û 261 kes hatin desteserkirin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirine va 119 berşik hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî sûcên sîberê
Der heqê 809 hesabên medyaya civakî yên ku rêxistinên terorî yên wekî FETO/PDY, PKK/TAK û DEAŞ di serî da propagandaya terorê dikin, peywendiya xwe ya ligel rêxistinên terorê eşkere radigihînin, di nava gel da kîn, nefret û dijmintiyê derdixin, heqaretî mezinên dewletê dikin, qesdî yekîtiya dewletê dikin da miemele hat kirin û herwiha der barê 358 kesên ku hatin tesbîtkirin da miemeleya yasayî hat kirin.