30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li seranserê welêt di operasyonên nav hefteya dawîn hatin kirin da 19 jê mirî, 12 jê sax û 13 jî teslîm bûyî bi tevahî 44 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di navbera 23-30yê cotmehê da hêzên ewlehiyê li hewa û bejayê bi tevahî hezar û 570 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da ji ber alîkarî û hewandina rêxistinê hezar û 256 gumanbarên mensûbên PKK/KCK, DEAŞ, FETO/PDY û rêxistinên çepgir ên tund bûn hatin binçavkirin û 19 jê mirî, 12 jê sax û 13 jî teslîm bûyî bi tevahî 44 terorîst jî hatin berterefkirin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî firotina hişbirê da 3 hezar û 525 û di ya koçberiya qaçax da jî 148 kes hatin binçavkirin û hejmara kesên ji ber van herdu meseleyan binçavkirî ne derket 4 hezar û 929an.
Di operasyonên li Muş, Bitlîs, Diyarbekir, Erzincan, Tuncelî û Hekkariyê hatin meşandin da jî 17 şikeft, stargeh û baregehên mensûbên rêxistina terorê tê da dihewiyan hatin îmhakirin.
Li van deran bi qasî 2 ton xwarin û xurek, 22 jê giran û çekên luledirêj bi tevahî 300çek, 362 kîlogram madeya di çêkirina teqemeniyê da tê emilandin, 8 bombeyên dest û 6 hezar û 287 jî cebilxaneya muxtelif hat qefaltin. 104 teqemeniyên bidestçêkirî û mayin jî hatin îmhakirin.