Önder Beyter
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
BOLU
Li Kartalkayaya ku yek ji girîngtirîn navendên tûrîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, berfa salê ya ewil ket.
Li navenda Kartalkayayê ya ku li serê Çiyayê Koroglu ye û 45 kîlometre dûrî navenda bajarê Boluyê ye, şilopeya ku duh êvarê dest pê kiribû bû berf.
Piştî berfa ku ji nîvê şevê şûnda xwe nîşan da û gep gepî dewam kir, li noqteyên bilind ên Kartalkayayê qalindahiya berfê derket 5 santîmetreyî.
Midûrê otêleke li navenda kaşûnê Halît Ergul di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan dest bi amadekariyan kiriye û wiha dewam got, "Îsal berf zû barî. Ji ber hindê çi li otêlê û çi jî li pîstan me lez û bez dest bi amadekariyên xwe kir."
Ergul bal kişand ku ev çaverê ne ku sezoneke baş derbas bikin û herwiha wer xuya dike ku ewê îsal zû sezona kaşûnê bidin destpêkirin.