İbrahim Atmaca
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Wêraneyên Heranê ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, 32 daşirên ku di Dewra Emewiyan da li gor rê û rêçikên Îslamî hatine çêkirin, hatin derxistin.
Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê û Serokê Vedanên Wêraneyên Heranê Prof Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên vedana li Heranê bi ekîbeke nêzî 100 kesî va dewam dike.
Onal diyar kir ku ew li qada vedanê bi taybetî rastî berhemên dewra Serdema Navîn hatin û got ku cihên berê hatibûn kolan bermahiyên hemam û qesrê hatin dîtin û wan li wan herêman bi hûrgilî xebat kirin.
Onal destnîşan kir, ji ber ku Heran li ser rûyê dinyayê yek cihên herî kevin ê niştewariyê ye, di pirtûkên dîrokê da timî qala wê tê kirin û tiştên ku der heqê navçeyê da nayên zanîn jî roj bi roj dertên holê.
Onal diyar kir ku li Anadoluyê mînakên daşirên ewil ên dewra Îslamê li Heranê hene û wiha dewam kir:
"Mizgefta Mezin ya Heranê di Dewra Emewiyan da hat çêkirin. Me li kêleka mizgeftê hewşa şadirwanê dît. Her berhemên ku em derdixin aîdê dewra Serdema Navîn in û li Anadoluyê cara ewil hatine çêkirin. Me li vê derê 32 daşir dîtin û ev li Anadoluyê mînakên ewil in."
Onal diyar kir ku di dewra Yewnan û Romayê da meriv di daşiran da li kêleka hev rûdiniştin, di daşirên ku li gor rê û rêçikên Îslamê hatine çêkirin da jî li gor mehremiyetê çêkirine.
Onal diyar kir ku di navbera daşiran da perdeyên zirav û hewz û kaniyên cuda hene, li herêma daşiran qanalên kanalîzasyonan jî hene.
Prof. Dr. Mehmet Onal diyar kir ku li navçeya Heranê îsal li sê herêmên cuda tên kolan û wiha dewam kir: "Yek jê jî di keleha hundir qata duduyan da li hemama Qesrê (Balat) ye. Ji sedî 80yê vê hemamê hatibû derxistin. Ev hemam aîdê Dewra Eyyubiyan e û di dîrokê da Îbnî Şeddad jî behs dike. Em ê îsal çaviya ku bi qesrê va tê girêdan û kulxanê derxin meydanê."
Onal daxuyand ku di Dewra Emewiyan da di heyama Merwanê 2yem da Heran paytext bûye û li herêmê di kolanan da taybetiyên wisa tên dîtin ku ev der ji mîmariya Romayê derbasî mîmariya Îslamê bûye.