Tirkiye

Cotkarên Başûrê Rojhilatê êdî pirêzeyan naşewitînin

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Diyarbekirê Mustafa Ertan: "Bi saya xebata ku ev 3 sal e em dikin şewitandina pirêzeyan sedî 90 kêm bû."

Fatih Gazioğlu  | 21.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Cotkarên Başûrê Rojhilatê êdî pirêzeyan naşewitînin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Bi saya xebatên Wezareta Çandinî û Daristanê yên ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên kirin cotkarên herêmê êdî pirêzeyên zeviyên xwe naşewitînin.

Xebatên Wezareta Çandinî û Daristanê yên ku ev demeke dijî şewitandina pirêzeyan dikirin encam dan.

- "Şewitandina pirêzeyan bikaranîna zibilê zêde dike"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Diyarbekirê Mustafa Ertan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şewitandina pirêzeyê ji bo axê zirareke mezin e û derûdorê qirêj dike.

Ertan got ku ji ber sewitandina pirêzeyê kurmik û heywanên di binê axê de hişk dibin û zirarê dide hemû berhemên çandiniyê û wiha axivî:

"Bi saya bernameyên agahdarkirinê yên wezareta me dike, cotkarên me êdî zirara şewitandina pirêzeyan dizanin. Şewitandina pirêzeyan bikaranîna zibilê zêde dike. Ji aliyê din va feydeya sîstema cezadanê jî bi kêr hat. Bi saya xebata ku ev 3 sal e em dikin şewitandina pirêzeyan sedî 90 kêm bû. Bi taybetî şewitandina zeviyên dexl û nîskê kêm bû. Ez cotkarên me pîroz dikim."

- Di Xutbeyê da hat behskirin

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Batmanê Nurettîn Kiyas got ew li bajêr dijî şewitandina pirêzeyê xebatên xwe bênavber didomînin û wiha axivî:

"Me li ser mijarê li mizgeftên xwe îro xutbe da. Beriya 3 salan li 150 zeviyan me pirêze dihatin şewitandin. Îsal me bi tenê zeviyek tespît kir. Li Batmanê şewitandina pirêzeyê ji sedî 95 kêm bû."

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mêrdînê Ozkan Onen jî got ku tîmên wan her roj gundan digerin û ji bona îqnakirina cotkaran dixebitin û wiha dewam kir:

"Li Mêrdînê zeviyên dêm hema bêje şewitandina pirêzeyan nemaye. Li zeviyên avî jî şewitandina pirêzeyan ji sedî 90 kêm bûye."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın