Tirkiye

Ciwanên ji Sûriyeyê bi alîkariya ÎHHyê dizewicin

ÎHHyê li Sûriyeyê alîkariya 30 ciwanan kir ku ew bizewicin

Türkan Tosun  | 14.11.2018 - Rojanekırın : 15.11.2018
Ciwanên ji Sûriyeyê bi alîkariya ÎHHyê dizewicin

Azez

EZEZ

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li herêma bi Operasyona Mertalê Feratê ji terorê hatine paqijkirin alîkariya 30 ciwanan kir û alavên malê da wan.

ÎHHyê li Ezeza Sûriyeyê li Navenda Lojîstîkê ya Babusselamê alîkariya 30 ciwanên ku wê bizewicin kir.

Di nav alavên hatin belavkirin da sarinc, cilşo, xalîçe, nivîn û alavên biçûk ên malê tên bikaranîn, hene.

Yakup Alacayê ji şaxa çapemeniyê ya Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê got ciwanên ku alîkariya wan hatiye kirin di kon û konteyniran da dijîn û rewşa wan a aboriyê nebaş e.

Alaca got heta niha li Sûriyeyê wan alîkariya 200 ciwanî kiriye ku ew bizewicin û wiha dewam kir: "Di sala 2019an da jî emê alîkariya Suriyeyiyên ku dixwazin bizewicin bikin."

ÎHH ji destpêka şerê Sûriyeyê vir va alîkariya gelê sivîl dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.