Ekip
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
"Berpirsiyariyeke hiqûqî ye ku mirov rêzê li statuya dîrokî û pîrozweriya Herema Şerîf û Qudsê bigire. Divê dedektor û tengasî bên rakirin. Di vê pêvajoya hesas da divê her kes ji bo provokasyonan hişyar û baldar be. Ez wekî Serokê Heyamê yê Lutkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî bangî civaka navneteweyî dikim ku hewl bidin û wan sepanan bidin rakirin ku li Herema Şerîf azadiya îbadetê asteng dikin."
"Îsraîl digel hemû hişyariyan di helweste xwe da israr dike. Duh li Herema Şerîf ji bo edakirina nimêja îniyê destûr nehat dayîn û li hemberî birayên me yên ku ji bo nimêjê kom bûbûn zext û tundî hat emilandin û ez jî bi sifatê Serokê Heyamê yê Lutkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamê zexta Îsraîlê şermezar dikim. Xwedê rehma xwe li wan 3 birayên me yên ku di bûyeran da can dan bike û sebrê bide malbatên wan. Ez dixwazim bibêjim ku em li hemberî her tundiyê ne."
"Li Qudsa Rojhilat ku ji sala 1967an vir da di bin dagiriya Îsraîlê da ye, di 14ê tîrmehê da bûyereke ku em teswîp nakin qewimî. Îsraîlê ev bûyer wek hincet nîşan da û Herema Şerîf 3 rojan girt. Paşê jî dedektor danîn ber deriyên Herema Şerîf û astengên din derxist pêşiya mislimanan. Ev kiryar tu carî nayên qebûlkirin."