16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ANKARA
Celseya 12emîn a doza Baregeha Esmanî ya Akinciyê ku dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wek navenda fermandeyê bû û tê da 486 bersûc tên darizandin, dest pê kir.
Di rûniştina li salona kampusa Saziya Ceza û Înfazê ya Sîncanê tê kirin da bersûcên girtî û serbest, parêzerên wan û parêzerên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Meclis, Serokwezîrî, Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr û Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan û hin miştekî amade bûn.
Rûniştin bi jêpirsîna çepûrast a bersûc Serbaz Alî Durmuşê do parastina xwe da dest pê kir.