Türkan Tosun
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
SAMSUN
Mehmet Gençê li Samsunê dijî û 8 sal berê ji bo kar derket dervayî welêt piştî vê gera xwe bû gerok, 70 welatî geriya û bû fenomenê medyaya civakî.
Genç di sala 2010an da li Stenbolê dema di şirketekê da dixebitî kargeha wî ew ji bo du hefteyan şand Taywanê.
Jiyana Genç piştî vê gerê bi tevahî guherî, lewra wî biryar da ku ew êdî nikare di ofîsê da bixebite, dev ji karê xwe berda û dest bi gerê kir.
Ji ber ku aboriya wî pir nebaş bû Genç dest bi nûçegihaniya freelance (serbest) a wêneyan kir û bi pereyê qezenc kir va jî li dinyayê geriya.
Navê Genç ji ber wêneyên wî yên modelan ên li Hong Kong û Ukraynayê kişandin navdar bû.
Mehmet Genç di sala 2014an da bi navê "Bênavber hezar roj ger" ji Amerîkaya Latîn gera xwe da destpêkirin û di nav 2 sal û 270 rojan da gera xwe temam kir.
Genç li ser medyaya civakî her roj serpêhatî, hest û fikrên xwe yên der barê gera xwe da bi şopînerên xwe ra parve kir û du pirtûkên bi navê "Seyahê Bêrota Çîrokên Rê" û "Seyahê Bêrota Çîrokên Rê 2" weşand.
Ew niha li welatê xwe Samsunê li kafeyekê bi şopînerên xwe ra tê bal hev û sohbetê dike.
Genç got ew hezar rojî bênavber li dinyayê geriyaye û behsa rêwîtiya xwe ya li ser Çemê Amazonê kir û got ew li Antartîka û Efxanistanê jî geriyaye, du caran jî wek çiyager hilkişiyaye çiyê.
- Rêwîtiya trênê 5,5 mehan dewam kir
Genç got di vê gera xwe da wî rêwîtiya trênê ya herî dirêj jî kiriye û wiha axivî: "Ez ji Stenbolê bi rê ketim ji ser Ewropayê çûm Rûsyayê. Bi tenê trênê va çûm Moxolistanê, Çînê û ji wir jî vegeriyam Ozbekistanê. Tevahî min rêwîtiya trênê ya 22 hezar kîlomêtroyî kir. Ev rêwîtiya herî dirêj a trênê ya dinyayê bû. Min 41 trên guhastin. Ez derketim rêwîtiya herî dirêj a trênê ya dinyayê. Vê rêwîtiya min 5,5 mehan dewam kir. Heta ku ji destê min hat min hewl da ez gerên xwe bi projeyan va bixemilînim. Dixwazim bila mijareke wê, armanceke wê hebe. Di gera xwe da min 9 qebîleyên herêmî ziyaret kirin. Ez 4 mehan li Amazonê mam. Bi hin qebîleyên herêmî ra min 3 hefte derbas kirin. Di pirtûkên xwe da heta ku ji destê min hat, min behsa bîranînên xwe kir."