21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
ANKARA
Bekîr Bozdagê Alîkarê Serokwezîr çû ziyareta Prof. Alî Erbaşê Serokê Karûbarên Diyanetê.
Erbaş û Serokê Lijneya Bilind a Karên Dîn Ekrem Keleş li pêşiya avahiya Serokatiya Karûbarên Diyanetê pêşwaziya Bozdag kirin.
Bozdagê Alîkarê Serokwezîr ê ku Berpirsyarê Karûbarên Diyanetê ye di ziyareta xwe da ji Erbaş ra got "bi xêr be".
Erbaş tabloyeke destxetê diyariyê Bozdagê Alîkarê Serokwezîr kir.
Piştî girtina dîmenan ziyaretê ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.