19 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ÎSTANBUL- EMİN İLERİ
Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak got: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de tu roleke tundiyê tuneye. Yanî bi tundiyê ev pirsgirêk hel nabe. Lazim e kurd hay ji vê yekê hebin."
Bucak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şer û terorê niha propagandayeke pir zêde heye û wiha pê de çû: "Li her aliyî manîpulasyon heye."
Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Bucak bal kişand ser tundiyê û got: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de tu roleke tundiyê tuneye. Yanî bi tundiyê ev pirsgirêk hel nabe. Lazim e kurd hay ji vê yekê hebin. Yan bibêjin 'min lêxist, te lêxist' ev yek wê dewam bike û tundî-çek ji bo çareserkirina vê meselê hizmetê nakin. Merivên bên kuştin û welatê me wê serobin bibe. Di dawiyê de emê tu tiştekî bi dest nexin û careke din vegerin serî."
Sertaç Bucak got ku di dawîbûna pêvajoya çareseriyê de ji bilî dînamîkên nav welêt dînamîkên derveyê welêt jî bi tesîr in û wiha dewam kir: "Di bidawîbûna pêvajoyê de tesîra Îran, Şam û Bexdayê jî heye."
Bucak daxuyaniya ku ji rêvebirên KCKê Cemîl Bayik dabû rojnameya Tîmes a Îngiltereyê û gotibû 'Emê Erdogan û AK Partiyê ji desthiladariyê daxin' nirxand û ragihand ku ew yek di çareserkirina pirsgirêka kurd de bi kêrî tu tiştekî nayê.