Fatih Gazioğlu
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
NEW YORK
Bagera Michaelê ya tê diyarkirin ku dibe bagera herî mezin a van salên dawîn be gihişt qeraxa Panama Cityê.
Li gor agahiyan, bagera Michaelê di saet 13.00an (li gor saeta Tirkiyeyê 20.00) gihişt qeraxê Panama Cîtya bajarê eyaleta Florîdayê.
Rayedarên meteorolojiyê destnîşan kirin ku hêza bagerê piştî gihişt qeraxê ji kategoriya çaran daket kategoriya sisêyan.
Her wiha rayedaran diyar kir ku dibe bager li ser eyaletên Alabama, Georgîayê, Mîssîssîppî û li Carolînaya Bakur û Carolînaya Başûr jî tesîrê bike û ji ber vê welatî hişyar kirin.
- Ji sala 1992yan şûnda wekî bagera herî mezin tê qebûlkirin
Bagera Michaelê piştî bagera Andrewê ya ku di sala 1992an çêbû wekî bagera herî zêde tesîr kiriye tê qebûlkirin.
Bagera Michaelê ewil li Honduras, Nîkaragua û El Salvadora welatên Amerîkaya Navîn dest pê kiribû û di encamê da 13 kes miribûn.