Ahmet Aydın
09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
ANKARA
Seroka Konseya Jinan a Şêwrê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî Esra Albayrak, hişyarî da ku pêvajoya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nasîna Qudsê weke paytextê Îsraîlê da destpêkirin wê herî zêde zirara wê bigihê jin û zarokan.
Albayrakê der barê pêşhatên ku bi dû biryara Trump a li ser Qudsê çêbûn de û herwiha der barê xebatên Konseya Jinan a Şêwrê de bersiva pirsiyarên nûçegihanê AAyê da.
Albayrakê bibîr xist ku avakirina Lijneya Jinan a Şêwrê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî nîsana 2016an di dema ku Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî li Stenbolê bi Serokayetiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan civiya hat rojevê û got, "Serokomarê me avakirina konseyeke wisa pêşniyaz kir. Lijneya Jinan a Şêwrê (WCC) ji xwe re kiriye amanc ku li welatên îslamî rola civakî ya jinan bi hêz bike, bi pêvajoyên siyasî û aborî tevlêbûna wan zêdetir bike û wan bîne pozisyonekê ku biryaran bidin."
Albayrakê destnîşan kir ku konseyê misyoneke weke di warê kûrewî de biberçavxistina jinên misilman li dijî yafteyên îslamofobîk, girtiye ser sitûyê xwe û got, "Eha di vê mînwalê de konseya me cara yekê di gulana 2016an de li Stenbolê civiya, konsey ji 9 endamên jin pêk tê. Ev jin temsîla 3 herêmên sereke yên alema îslamî, dikin û di branşên xwe de serkeftî ne û xwe ji bo hedefên xwe feda kirine. Ev endam serê 2 salan tên hilbijartin û wextê dema wan qediya wezîfeya xwe dewr dikin."
- "Amerîkayê xiste berçav ku nikare navcînkariyê bike"
Albayrakê anî ziman ku Serokê Amerîkayê Trump bi uslûbekî gelekî sik biryara xwe eşkere kir û vê biryarê weke hemî kesên xwedî wijdan jî xemgîn kirine û got, "Ev mesele meseleyeke wisa nîne ku weke melzemeyên polîtîkaya navxweyî were bikaranîn."
- "Mexdûrên herî mezin jin û zarok in"
Albayrakê bal kişand ser wê yekê ku pirsa Filistînê ber bi bêçareseriyekê ve tê birin û got, "Dema ev mesele di warê taybetiya jinên misilman de bê nirxandin, ji ber pêvajoyên pevçûnan, bi berçavan dikeve ku mexdûrên wê, yên herî mezin jin û zarok in."
- "Dem dema cihêbûn û veqetandinê nîn e"
Albayrakê got, "Ez di wê baweriyê de me ku em dikarin ji bo jinên Filistînî hê bêhtir xebatê bikin. Jinên Filistînî pêdawîstiyên wan gelek in. Weke ewlekarî, xwe gihandina xizmetên sereke yên civakî û pêkanîna şert û mercên dirust ji bo berhemanînê. Ji bo pêkanîna van tiştan berpirsiyarî dikeve ser sitûyê rêxistinên navneteweyî û bi taybet jî welatên îslamî. Dem dema cihêbûn û veqetandinê nîn e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dem dema yekîtiyê ye ji milletên aştîxwaz re."
- Bang ji bo jinên cihû
Albayrakê anî ziman jî ku di warê hewlên aştî û navcînkariyê de erk dikeve ser milê jinên cihû jî û got, "Giringiya rola jinan di pêvajoya navcînkariyê de, rastiyeke ber bi çav e. Ji bo pêvajoyên aştiyê zûtir ava bibin, divê jin rola xwe karîgertir bikin. Di vê xalê de ez dizanim cihû jî di fraksiyonên curbicur de ne."
- "Gavên ku ji eqlê selîm dûr in"
Albayrakê destnîşan kir ku ew polîtîkayên derveyî ku ji bo bidestxistina siyaseta navxweyî ya demkî tên ajotin, bi kêrî rêxistinên radîkal tên û ev rewş gelekî talûke ye û wiha pê de çû:
"Cîhana Rojava nikare vê piştguh bike, terora kûrewî, rêxistinên radîkalî îro dilê hemî cîhanê diêşînin. Ew civakên ku li hember van rêxistinan bê çare mane û hêviya xwe birî ne, ji bo van rêxistinan weke kaniyê ne. Emê rê nedin vî tiştî."