15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
KAYSERÎ
Li Qeyseriyê komeke ku ji 75 kesan pêk tê û di nav da zarok jî hene di 10 rojên dawîn ên remezanê da ketin îtikafê.
Ji bo bicîanîna suneta îtikafê 75 kes ji roja 19an a remezanê pê va li Medrese û Mizgefta Kiliç Haci ketin îtikafê.
Kesên di komê da li mizgeftê Qur'anê, pirtûkên dînî dixwînin û nimêj dikin, piraniya rojê bi îbadetan derbas dikin. Kesên di komê da bi miqabeleyê Quranê xitim dikin, xêncî halên mecbûrî ji mizgeftê dernakevin.
Huseyîn Yildirimê (52) ku ketiye îtikafê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev cara duduyan e ku dikeve îtikafê.
- Ew ê 10 rojan îbadetê bikin
Yildirim got xêncî hewcedariya destnimêjê ew ê 10 rojan qet ji mizgeftê dernekevin û wiha pê da çû:
"Em di seranserê îtikafê da ji nimêja esrê pê va dest bi emelan dikin. Piştî nimêja esrê rojê cuzeke Qur'anê dixwînin. Paşê her kes vedikişe aliyekî û îbadetên xwe didomîne. Bi azana êvarê va em fitara xwe vedikin. Piştî nimêja terewîhan hetanî destê sibê bi navber Qur'anê dixwînin û sohbet dikin. Bi vî awayî hetanî nimêja sibê îbadetên me dewam dikin. Pişt ra her kes vedikişe îstirahetê."
Berat Eren Koçê 12 salî yê ku piştî tetîlbûna xwendingehan biryara îtikafê da got îsal cara ewil bi bavê xwe û kekê xwe ra dikeve îtikafê û ji ber vê jî kêfxweş e.