20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku li herêmên Çiyayê Guven û Çiyayê Hîsara li Uzundereya Çukurcaya Hekariyê îro operasyonên esmanî û bejayiyê hatin kirin û di operasyonan da 21 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê yêkeyên Fermandariya 3yemîn Tumena Piyadeyê navbera saet 00.09-07.08 de operasyon bir ser herêmên Çiyayê Guven û Çiyayê Hîsara li Uzundereya Çukurcaya Hekariyê, di operasayonan de 9 endamên PKKya rêxistina terorê hatin kuştin.
Bi wesayitên hewayî yên bêmirov di saet 07.08an de, êrîş birin ser 2 terorîstên ku li herêma Çiyayê Hîsarê hatin tespîtkirin. Di operasyona ku navbera saet 08.26-08.28 hat kirin de 10 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Herwiha hejmara terorsîtên ku di operasyonên ser herêma Çiyayê Hîsarê û Çiyayê Guven de mirin gihîşt 21ê.
Endamên rêxistinê yên din terorîstên ku di operayonê de birîndar bûn revandin aliyê din ê sînor.
Di şerê ku ji serê sibê heta şevê dewam kir de 2 esker şehîd ketin, 5 esker birîndar bûn.